Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Pêşwaziyê li biryara Brîtanyayê ya naskirina jenosîda Êzidiyan dikim

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, pêşwaziyê li biryara Brîtanyayê ya jenosîdnasandina tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, pêşwaziyê li biryara Brîtanyayê ya jenosîdnasandina tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan dike.

Roja Sêşemê 1ê Tebaxa 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya Twitterê ragihand, ez pêşwaziyê li biryara Brîtanyayê ya jenosîdnasandina tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan dikim. Ev naskirineke dadperwerane ye li hember tawanên kirêt û rabirdûyeke tijî êş.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, xwişk û birayên me yên Êzidî karîne bi ser wan tawanan de zal bin û bihêz bimînin, em mil bi milê gelê xwe yê serbilind di cebirandin û dubare avakirinê de disekinin.

Îro Sêşemê 1ê Tebaxa 2023an, Wezareta Derve ya Brîtanyayê di daxuyaniyekê de tawanên komkujiyê yên li dijî Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir.

Di meha Tebaxê ya sala 2014an de rêxistina terorê ya DAIŞê piştî êrîşkirina ser hejmarek parêzgehên Iraqê, êrîş kire ser qezaya Şingalê û zêdetirî salekê di bin kontrola wê rêxistinê de ma.

DAIŞê zêdetirî 3 hezar û 200 Kurdên Êzidî komkujî kir û nêzîkî 7 hezar kes revandin, ku piraniya wan jin û zarok bûn.