Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan tekezî li encamdana çalakiyên hevbeş kirin

Civîna berfireh a stafa Firqeya Yek û şanda Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan birêve çû, her du aliyan tekezî li encamdana çalakiyên hevbeş kirin.

Hewlêr (K24) – Civîna berfireh a stafa Firqeya Yek û şanda Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan birêve çû, her du aliyan tekezî li encamdana çalakiyên hevbeş kirin.

Îro Sêşemê 1ê Tebaxa 2023an, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, bi serperiştiya Fermandarê Firqeya Yek a Piyade ya Wezareta Pêşmerge Hogir Selahedîn û şanda Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan civînek birêve çû, ku tê de li ser rewşa karûbarên firqe û çalakiyên firqeyê ji aliyê meydanî ve, gotûbêj hat kirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin, di civînê de plana kar û çalakiyan û nirxandina karan hat danîn û her du aliyan di siberojeke nêz de tekezî li ser encamcada çalakiyên hevbeş kirin.