Rêveberên Polîsên 52 bajarên Tirkiyê hatin guhertin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberên Polîsên 52 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hatin guhertin, postê 24 rêveberan ji wan hate standin.

Piştî ku Wezîrê berê yê Navxwe yê Tirkiyê Sûleyman Soylu li ser postê xwe nema û Alî Yerlîkaya bû wezîrê nû, yekemîn guherîna mezin a di nava polîsa Tirkiyê de rû da, rêveberên polîsa 52 bajaran hatin guhertin.

Postê 24 rêveberên polîs ji wan hate standin ku Rêveberê Polîsa Enqerê jî yek ji wan e. Ev 24 rêveber, dê li navenda Rêveberiya Polîsa Giştî berdewamiyê bidin karê xwe.