Şanda teknîkî ya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ji bo lihevkirina li ser projeyasaya petrol û gazê dicivin.

Şanda teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrola Iraqê dê îro bi amadebûna hejmarek ji serkirdeyên siyasî û şêwirmendên yasayî li Bexdayê bicivin û li ser proje yasaya neft û gazê gotûbêj bikin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî duhî 1ê Tebaxê di konferanseke rojnamevaniyê de got: Di dema borî de gelek gotûbêj li ser asta her du wezaretên petrola federal û samanên siruştî yên Herêma Kurdistanê hatine kirin û danûstandin gihiştine qonaxekê ku pêwîstî bi amadebûna kesayetiyên siyasî û yasayî heye.

Destnîşan kir jî, nêrînên cuda li ser vê pirsê hene û pêwîstiya wan bi biryareke siyasî heye ji bo amadekirina projeyasayê û pêşkêşkirina wê bo Encûmena Wezîran di zûtirîn dem de. Piştre ew ê gavan ji bo derxistina vê yasaya girîng bavêjin ku karûbarên samanên girêdayî petrolê û gazê birê dixe.

Şanda teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 31.07.2023ê serdana Bexdayê kir û derbarê yasaya petrol û gazê de gotûbêj kirin, îro jî civîna wan ligel berpirs û aliyên peywendîdar ên taybet bi vê pirsê berdewam dibe.