Ji bo mûçeyên karmendan 598 milyar dînar gihîşt Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, Hikûmeta Federal 598 milyar dînar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şand.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 2ê Tebaxê belav kir, Hikûmeta Federal 598 milyar dînar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şand. Ev jî piştî hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo lihevkirin û danûstandinan li ser yasaya bûdce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê tê.

Derbarê şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de, Rêveberê Giştî yê Bankên Bazirganî Mewlûd Sabir ji K24ê re ragihand: “Rêkarên şandina pereyan ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê dest pê kiriye. Tê çaverêkirin îro 906 milyar dînar bikeve ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Got jî: “Hikûmeta Iraqê biryar daye mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne ser hesabê bankî yê Wezareta Darayî û rêkarên vê proseyê jî dê were cîbicîkirin.”

Mewlûd Sabir destnîşan kir jî, “Her dema pere bigihin, em dikarin di nava 4 rojan de mûçeyên hemû karmendên Herêma Kurdistanê dabeş bikin.”