Xelkê Hesekê banga çareserkirina krîza ava vexwarinê dikin

kurdistan24.net

Heseke (K24) – Krîza avê li Hesekê berdewam e, xelkê bajêr jî bang li rêxistinên mirovî û aliyên navdewletî dikin ku destêwerdanê bikin û çareseriyek ji vê pirsgirêka mirovî re bibînin. Li gorî wan, zêdeyî 50 roj in ava westgeha Alokê qut bûye û ji ber qirêjiya tankerên avê, gelek nexweşî belav bûne.

Hê jî ti çareserî ji pirsgirêka avê re li Hesekê nehatiye dîtin. Xelkê bajêr avê ji tankeran dikirin, lê kirîna avê ji bo gelek kesan zehmet e. Rûniştivanekî taxa Til Hecer dibêje, bêhtir ji 50 rojan e ew bê av in û ji ber zêdebûna xwesteka li ser ava tankeran, carina ew du rojan bê av dimînin.

Welatiyê taxa Til Hecer Mihemed Bedran dibêje: “Em avê bi tenkeran dikirin. Carinan em du rojan jî bê av dimînin. Kirîn jî li ser me giran radiweste û gelek kes hene nikarin avê bikirin. Em bi riya kenala we re dixwazin dengê me bigihe hemû cîhanê ku çareseriyekê ji bo pirsgirêka avê re bibînin.”

Ji ber pîsbûna avê gelek nexweşî jî belav bûne. Dr Ferîd Dawûd dibêje, ew nizanin ava tankeran ji kû tê dagirtin û heta çiqasî xwediyê tankeran pabendî mercên paqijiyê dibin.

Dr. Ferîd Dawûd dibêje: “Zêdeyî 3-4 mehan e av li Hesekê kêm e. Ava me bi riya tenkeran tê dabînkirin. Em nizanin ava tankeran ji kû tê dagirtin û heta çiqasî xwediyê tankeran pabendî mercên paqijiyê dibin. Gelek haletên jehrîbûn, zikçûn û îltîhaba rûviyan çêbûne.”

Jêdera sereke ya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê û gundewarê wê ve, ji westgeha Elok a li Serê Kaniyê ye, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike jî ji 27 Hezîranê ve ava westgeha Elokê birîne, ku ava wê digihe nêzîkî yek miliyon kesî li Hesekê û navçeyên wê.

Berî niha jî Rêveberiya Avê li Hesekê ragihand bû, danûstandinên UNICEF û aliyê Tirkî ji bo berdana avê biser neketine. UNICEF jî dibêje ku pirsgirêka westgeha Elokê ne teknîkî ye, lê bi doseyên siyasî ve girêdaye û ne ji desthilata wê ye ku sînorê xwe derbas bike û bihtir destêwerdanê bike.