Helawisana herî zêde li Stenbolê hat tomarkirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê piştî zêdekirina bac û bihayên sotemenî helawisana herî zêde li Stenbolê hat tomarkirin. Li gor ragihandina Jûra Bazirganî ya Stenbolê helawisana mehane ya Stenbolê ji %10, helawisana salane jî ji %63,7 zêdetir bû. Ji ber bihabûn û helawisana zêde hêza kirîna xelkê li vî metropole dijî ji %50 daket. Ev yek bû sedema daketina firotinan jî li nav bazaran.

Li Tirkiyeyê bihabûnên di demên dawîn de helawisana li vî welatî jî zêdetir dike. Li gor ragihandina Jûra Bzirganî ya Stenbolê helawisana herî zêde li giştiyê welêt li vî bajarî hatiye tomarkirin. Helawisana mehane a Stenbolê nêzî ji %10 a salane jî ji %63,7 zêdetir bû.

Li bazaran jî gazinda herî mezin a welatiyan li ser bihabûn û zêdebûna helawisan e ku her diçe zêdetir dibe.

Welatî: “Bihayên niha li gor zemanê berê gelek zêdetir bûye. Kîloya bamyayek bûye 100 lîre. Niha pereye heftane em bo bazarê xerc dikin me berê ji bo mehekê xerc dikir.”

Welatî: “Ji ber bihabûnan tiştê ku em dikirin nivî kêmtir dikirin. Em zehmetiyeke mezin a maddî dikêşin.”

Ji ber helawisana zêde hêza kirîna xelkê jî dadikeve ku ev jî karîgeriyeke xerab li ser kar û barê bazarvanan dike.

Firoşkar Nêçîrvan Mihemed-Bazarvan dibêje: “Niha bihayên heyî ji ya berê 20 qat zêdetir bûye. Hemû tişt gelek biha bûye. Kesên tên bazarê berê kîloyek dikiriyan niha nîv kîlo dikirin. Berê xweştir bû, erzantir bû. Berê me rojekê de 100 kîlo bamya difirot, niha 10 kîlo encaq dikarin bifiroşin.”

Xebatkar Ozcan Demir: “Niha havîn e tevî ku berhem tên hilberîn ewqas bihabûn heye, gelo zivistanê ku berhem kêmtir dibe em ê çawa bikin. Xelk êdî nikare vî barî giran rake. Rewşa me her diçe xerabtir dibe. Divê rayedar çareyekê peyda bikin êdî.”

Metirsiya xelkê ew e ku bihabûn mehên zivistanê ji ya heyî dê derbas bike û bigihije asteke gelek bilind.