Li Almanyayê merasîma nehemîn salvegera komkujiya Êzidiyan birêve diçe

Li çend welatên Ewropayê bi boneya derbasbûna neh salan di ser jenosîda Êzidiyan a ji aliyê DAIŞê ve, çendîn merasîm têne encamdan.

Hewlêr (K24) – Li çend welatên Ewropayê bi boneya derbasbûna neh salan di ser jenosîda Êzidiyan a ji aliyê DAIŞê ve, çendîn merasîm têne encamdan, li Almanyayê jî li nêzîkî bajarê Frankfurtê bi vê boneyê merasîmekê birêve diçe.

Îro Pêncşemê 3ê Tebaxê li welatê Almanyayê li nêzîkî bajarê Frankfurtê bi boneya neh sal derbasbûna di ser jenosîda Êzidiyan re, merasîmekê birêve diçe, li gor welatên din ên Ewropayê, herî zêde li Almanyayê Kurdên Êzidî dijîn. Di vê merasîma îro de jî biryar e bi çend çalakiyan matemîna bîranîna vê karesatê were kirin.

Ji ber êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê di 3ê Tebaxa 2014an de zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatine kuştin û nêzîkî 2745 zarok jî bê dê û bav mane. Herwiha ji ber êrîşan zêdetirî 325 hezar Êzidî koçber bûne.

Li gor amarên dawî yên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzîdî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 135 hezar û 860 Kurdên Êzîdî koçberî Herêma Kurdistanê bûne, 189 hezar û 337 kes jî koçberî navçeyên cuda ên Başûrê Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûne.

Her wiha li gor amarên dawî yên ku Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzîdî ku di meha Hezîranê de belav kiriye, 6 hezar û 417 Kurdên Êzîdî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine revandin, ku heta niha 3 hezar û 458 kes ji wan hatine rizgarkirin û 2 hezar û 693 kesên din jî winda ne û çarenivîsa wan nediyar e.

Piştî êrişên DAIŞê heta niha zêdetirî 85 gorên komî û çend gorên takekesî yên Êzdiyan li Şingalê û derdora wê hatine dîtin.

Li gor amarên ku li Netewên Yekgirtî hatine pesendkirin, hejmara Êzdiya li Iraqê 550 hezar kes e; ji ber rewşa Şingalê niha piraniya Êzdiyan li derveyî herêmên xwe dijîn.

Xelkê Şingalê dibêjin, hebûna komên çekdar, nebûna xizmetguzarî û aramiyê, sedema wê yekê ye ku ew nikarin vegerin ser war û cihên xwe, herwiha hewlên hikûmeta Iraqê bo vegerandina wan jî, ne cidî ne.