DAIŞê kuştina serkirdeyê rêxistinê ragihand

DAIŞê kuştina çarem serkirdeyê rêxistinê li Sûriyê ragihand û kesekî din li şûna wî danî.

Navenda Nûçeyan (K24) – DAIŞê kuştina çarem serkirdeyê rêxistinê li Sûriyê ragihand û kesekî din li şûna wî danî.

Li gor nameyeke dengî ya Berdevkê DAIŞê Ebû Huzeyfe El Ensarî, çarem rêberê DAIŞê Ebû Huseyn El Huseynî El Qureşî di rûbirûbûna hêzên Desteya Tehrîr El Şamê (Bereya Nusreya berê) li bakurê rojhilatê Sûriyê hat kuştin.

Berdevkê DAIŞê eşkere kiriye, ji ber rûbirûbûna rasterast, Ebû Huseyn El Huseynî El Qureşî piştî birîndarbûnê, hatiye kuştin. Lê dem û cihê kuştinê eşkere nekiriye.

Her wiha ragihandiye ku li şûna Ebû Huseyn El Huseynî El Qureşî, Ebû Hefs El Haşimî El Qureşî wek rêberê nû yê DAIŞê hatiye diyarkirin.

Di sala 2019an de Ebûbekir Bexdadî wek yekem serkirdeyê DAIŞê ji aliyê Amerîkayê ve hat kuştin, her wiha di sala 2022an de Ebû Îbrahîm El Qureşî wek duyem serkirdeyê DAIŞê li Idlibê jat kuştin, di heman salê de Ebû Hesen El Haşimî El Qureşî di rûbirûbûna ligel hejmarek çekdarên navxweyî yên li başûrê Sûriyê de wek sêyem serkirdeyê DAIŞê, hat kuştin.