Rewangeha Sûrî: Di bombebaranên Rûsyayê de 3 welatiyên sivîl hatin kuştin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, di encama bombebarana firokeyên şer ên Rûsyayê bo ser Idlibê de sê welatiyên sivîl hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, di encama bombebarana firokeyên şer ên Rûsyayê bo ser Idlibê de sê welatiyên sivîl hatin kuştin.

Îro Şemiyê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, di encama êrîşên asmanî yên firokeyên şer ên Rûsyayê bo rojavayê bajarê Idlibê de, sê welatiyên sivîl hatin kuştin û çar welatî jî birîndar bûn.

Rewangehê diyar kir, tîmên hawarçûnê kar dikin ji bo derxistina qurbaniyan ji bin kavilan, ji ber dijwariya birînên birîndaran jî, egera bilindbûna hejmara qurbaniyan heye.

Her wiha eşkere kir, çar êrîşên asmanî ji aliyê firokeyên şer ên Rûsyayê ve li navçeyê hatine encamdan û dibêje, ew êrîş li navçeyek hat encamdan ku baregehên serbazî jî li xwe digre, ev jî di demekê de bûye ku bi awayekî berdewam firokeyên şer li navçeyê firiyane.