Di fînala Kupaya Iraqê de El-Qiwe Cewiyê 1 - 0 ji Hewlêrê bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Di fînala Kupaya Iraqê de Qiwe El-Cewiyê bi encama (1 - 0) bi ser Hewlêrê ket û bo cara şeşemîn bû qehremana vê pêşbirkê.

Fînala Kupaya Iraqê ya di navbera Hewlêr û El-Qewa Cewiyê de li yarîgeha Şeibî ya Bexdayê bi amadebûna bi dehhezaran temaşevanan hat lidarxistin. El-Qiwe Cewiyê bi (1 - 0) bi ser Hewlêrê ket û cara şeşemîn bû qehremana vê pêşbirkê.

Fînala Kupaya Iraqê bi zêdetirî 47 hezar temaşevanan li ser malpera Kurdistan24ê hat weşandin.

Hewlêr ji bo cara yekem di dîroka xwe de digihe fînala Kupaya Iraqê, ku di qonaxa nîvfînalê de El-Hidûd têk biribû.