Welatên Kendavê û Ewropayê hişyariyê didin welatiyên xwe ku neçin Lubnanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Erebistana Siûdî û Behreyn bang li welatiyên xwe kirin ku ji Libnanê derkevin û xwe ji herêmên ku pevçûnên çekdarî lê hene dûr bixin, di heman demê de Kuweyt banga "hişyarî" li welatiyên xwe kir.

Balyozxaneya Erebistana Siûdî li Lubnanê di daxuyaniyekê de ku li Twitterax we belav kir tê de got: “Balyozxane hişyariyê dide welatiyên rêzdar ku ji deverên pevçûnên çekdarî lê hene dûr bikevin. Herwiha daxwaz ji welatiyan dike ku bilez ji axa Lubnanê derkevin û tekeziyê li girîngiya pabendbûna bi biryara qedexdekirina geşta Siûdiyan bo Lubnanê dike.”

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Behreynê duhî Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand, wê ji welatiyên xwe xwestiye ku ji ber “şerê çekdarî” ji Lubnanê derkevin, da ku ewlehiya xwe biparêzin.

Herweha, Balyozxaneya Kuweytê li Beyrûtê bang li welatiyên xwe yên li Lubnanê kir ku bi "hişyarî tevbigerin û xwe ji cihên aloziyên ewlehiyê lê hene dûr bixin.

Ev yek piştî wê tê, ji roja 29ê Tîrmehê ve pevçûn û alozî di navbera komên dijber de li kampa koçberên Filistînî ya Eyn El-Hilwê ya li başûrê Lubnanê derketin.

Pevçûnên tund di navbera endamên tevgera Fetih û girûpên Îslamî yên çekdar di kampê de derketin û ziyanek mezin gihandin bajar ku fîşek û guleyên bêserûber li deverên cuda yên bajêr ketin.

Piştre, Erebistana Siûdî, Behreyn, Kuweyt û heta Almanya û Brîtanyayê rênimayên rêwîtiya welatiyên xwe bo Lubnanê nû kirin û ji welatiyên xwe xwestin ku ji wî welatî derkevin.

Ji aliyê xwe ve, Seroka Hikûmeta Demkî ya Lubnanê Necîb Miqatî, di daxuyaniyekê de got ku “rewşa ewlehiyê bi giştî nabe sedema nîgeranî û metirsiyê.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, Mîqatî Wezîrê Derve û Koçberan Ebdullah Bou Hebîb erkdar kiriye ku bi welatên Ereb re peywendiyê bike, da ku wan ji ewlekariya welatiyên xwe yên li Libnanê piştrast bike.