Navçeyeke Çemçemalê hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro danê sibê çend firokeyên nenas çend deverên navçeya Axcelerê ya Çemçemalê ya li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.

Jêderekî ji navçeya Axcelerê ji K24ê re got: “Îro danê sibê çend dronan gundê Çenartû yê li navçeya Axcalerê bombebaran kirin, li gorî agahiyan şehîd û birîndar hene.”

Rêveberê Navçeya Axcalerê Hêmin Bahcet ji K24 re got: “Em hatin agahdarkirin ku îro danê sibê agir bi Çiyayê Çenartuyê ketiye, em bi tîmên parastina sivîl û polîsên daristanê re ji bo kontrolkirina agir çûn cihê bûyerê, şewat hat kontrolkirin.”

Herwiha got: “Ez nizanim sedema şewatê ji ber çi bû, ji ber ku min dengê bombebaranê nebihîst, lê baregehên PKKê li deverên çiyayî yên navçeya me hene.”