Kemal Kerkûkî: PDK bi çend partiyên Kurdistanî û Tirkmenî re beşdarî hilbijartinên Kerkûkê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Ofîsa Rêxistina Kerkûk - Germiyan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî ragihand, PDK dê bi hemû hêza xwe beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê li Kerkûk û deverên din bibe.

Kerkûkî di hevpeyvînekê ligel K24ê de ragihand, PDK beşdariya xwe di hilbijartinan de li Komîsyonê tomar kiriye û ji bo pêkanîna hevpeymaniyê bi çend partiyan re jî gotûbêj kirine.

Got jî: “Ew aliyên siyasî yên ku PDKê dê bi wan re hevalbendiyê bike, hêzên netewî yên Kurd û Tirkmen in ku xwedî bandor in û helwestên wan weke yên PDK û Kurdan e û li dijî xiyaneta 16ê Cotmehê ne.”

Kerkûkî amaje bi wê yekê jî kir, Tevgera Gorranê heta niha bi fermî helwesta xwe derbarê beşdarbûna di proseya hilbijartinan de eşkere nekiriye. PDK rêzê li biryara Tevgera Guhertinê digire, lê eger biryara hevpeymaniyê ligel PDKê bide, bêguman ew ê pêşwaziyê lê bikin.

Tekez jî kir, PDK ti carî bi wan kesên ku di 16ê Cotmehê de xiyanet li Kurdan û Kerkûkê kirin re tifaqê nake.

Lê Kerkûkî tekez kir ku di nava Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de kesên dilsoz hene, lê xiyanetkarên 16ê Cotmehê niha li Kerkûk, Şingal û Mexmûrê tevdigerin û rewşa nearam bo navçeyên din ên Kurdistanê anîne.

Herwiha got: “Divê rastiya xiyaneta 16’ê Cotmehê ji hemû Kurdistanî û dilsozên YNKê re bê zelalkirin. Ji ber wan Kurdistan ketiye rewşeke dijwar, parlementoya wê hat rawestandin û ji bûdceya federal bêpar ma.”

Derbarê şansên PDKê ji bo bidestxistina kursiyên zêdetir di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, Kerkûkî tekez kir, 16 kursî hene ku yek ji wan ji bo Xiristiyanan hatiye veqetandin û Kurd dê li ser nîvê kursiyan yan jî zêdetir hevrikiyê bikin.

Got jî: “Di van hilbijartinan de derfetek mezin heye ji bo bidestxistina kursiyên zêdetir ji aliyê PDKê ve û helbet ev yek jî girêdayî helwesta xelkê Kerkûkê ye ku dengên xwe bidin PDKê û xiyanetkarên 16ê Cotmehê siza bidin.”

Berpirsê Ofîsa Rêxistina Kerkûk - Germiyan a PDKê amaje bi wê yekê jî kir, PDKê soz daye xelkê Kerkûkê ku bi serbilindî bi rûmet vegerin bajarê xwe.

Da zanîn jî: “Li gorî rêkeftina pêkanîna hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî, tekezî li ser asayîkirina rewşa parêzgeha Kerkûkê hatiye kirin.”

Biryar e roja 18.12.2023an hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê bên kirin.