Mesrûr Barzanî ligel Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Netewên Yekgirtî civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Tebaxê pêşwazî li Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Netewên Yekgirtî Volker Turk û şanda pê re kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr diyar kir ku gelê Kurdistanê di dîrokê de rastî gelek komkujî, qirkirin û binpêkirina mafên xwe hatiye û ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa gelek qurbanî dane, ji ber vê yekê, ew gelek bi giringî li prensîbên parastina mafên mirovan û nirxên azadî û demokrasiyê dinêre û daxwaz dike ku dawî li binpêkirina mafên gelê me bê û civaka navdewletî alîkariya me bike, da ku mafên me yên rewa bidest bixin û pêwîst e rê li ber dubarebûna karesat û jenosîdkirina gelê Kurdistanê bigirin.

Di daxuyniyê de hat gotin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê çaksaziyên giştgîr ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, bi taybetî plana pênc salî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya taybet bi parastina mafên mirovan û rûbirûbûna tundûtûjî û tundrewiyê, bi taybetî tundiya li dijî jinan. Serokwezîr di vê derbarê de tekez kir ku parastina mafên mirovan û pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda de, beşeke girîng a karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Ji aliyê xwe ve, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Netewên Yekgirtî spasiya hevkarî û hevahengiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Netewên Yekgirtî bi taybetî di warê parastina mafên mirovan de, kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rûbirûbûna encamên neyînî yên guherîna keşûhewayê li ser jiyana mirovan û pêşxistina hişmendiya jîngehparêziyê, mijareke din a hevdîtinê bû.