Li Hindistanê di navbera Hindû û Misilmanan de şer derket: 7 kes hatin kuştin

Polîsê Hindistanê ragihand, ji ber şer û pevçûna di navbera Hindû û Misilmanan de li eyaleta Haryana ya Hindistanê, 7 kes hatin kuştin, ku yek ji wan melayê mizgeftekê bûye, ku hefteya borî mizgefta wî hatiye şewitandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsê Hindistanê ragihand, ji ber şer û pevçûna di navbera Hindû û Misilmanan de li eyaleta Haryana ya Hindistanê, 7 kes hatin kuştin, ku yek ji wan melayê mizgeftekê bûye, ku hefteya borî mizgefta wî hatiye şewitandin.

Îro Duşemê, Polîsê Hindistanê eşkere kir: “Serîhildana vê alozî û pevçûnê piştî wê yekê hat ku hefteya borî karwanekî Hindû rûpîvanek li taxeke Misilmanan encam dan û wê demê gorek û çend otobîl hatin şewitandin û dikan jî hatin talankirin.”

Rayedarên Polîs dibêjin: “Tundûtûjî belav bûne, bûyera herî dawî jî di roja Yekşemê de dest pê kir û heta serê sibeha roja duşemê berdewam bû û çend kesan agir berdan goreke Misilmanan.”

Alîkarê Efserê Navçeya Panipat Mayank Mishra dibêje, "sê bûyerên têkdana dikanan li navçeyê rûdane, şeş kes hatin desteserkirin".

Navçeya Panipat 200 kîlometre ji wê cihê dûr e ku hefteya borî nearamiyê tê de dest pê kir.

Beşek ji Misilmanan Serokwezîrê Hindistanê tometbar dikin ku serederiyeke dadperwerane ligel wan nekiriye, di demekê de ku hikûmet van tometan red dike.