Piştî McDonald's, KFC û Hardee's jî petateyên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin

Piştî gihiştina yekem karwanê petateyên Herêma Kurdistanê bo bazarên welatên Kendavê ku bûye cihê bala xwaringehên cîhanî, bi taybetî McDonald's, niha xwaringehên KFC û Hardee's ên li welatên Kendavê, petateyên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin.

Hewlêr (K24) – Piştî gihiştina yekem karwanê petateyên Herêma Kurdistanê bo bazarên welatên Kendavê ku bûye cihê bala xwaringehên cîhanî, bi taybetî McDonald's, niha xwaringehên KFC û Hardee's ên li welatên Kendavê, petateyên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, piştî ku xwaringehên McDonald's nimûneya berhema petateyên cotkarên Kurdistanê dîtine, diyar kirine ku êdî heftane 500 heta 1000 ton petateyên Kurdistanê dixwazin û ji bo vê mebestê jî rêkeftin hatiye îmzekirin.

Xwediyê Kompabiya Veberhênanê yê di warê berhemanîn û hinardekirina petateyan de Beşar Muşîr Axa ji Kurdistan24ê re ragihand, xwaringehên KFC û Hardee’s ên li welatên Kendavê petateyên Kurdistanê daxwaz kirine û di gotûbêjê de ne, da ku petateyên Kurdistanê ji bo wan markayên cîhanî jî dabîn bikin.

Beşar Muşîr Axa destnîşan kir, petateyên Herêma Kurdistanê niha li bazarên Îmaratê petateyên herî baş e û bala hemû bazirgan û veberhênerên warê xurek û berhemên çandiniyê kişandiye.

Ev di demekê de ye ku îro duşemê 7ê Tebaxa 2023an, li Hewlêrê merasîma îmzekirina girêbesta hinartina 5 hezar ton petateyan di navbera sermayedar û bazirganên Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hat îmzekirin. Di vê çarçoveyê de jî, 120 ton petateyên Herêma Kurdistanê bo Îmaratê hat şandin.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hîwa Elî ji K24ê re ragihand, heftane 500 ton kartol ji Îmaratê re tê şandin, ev prose heta digihe 5 hezar ton dê berdewam be.

Hîwa Elî da zanîn jî, roja 31ê Tîrmeha 2023an jî 300 ton petate bi 8 konteyniran bo welatên kendavê hat hinardekirin.

Di çarçoveya planên stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê û giringîdana bi sektora çandiniyê û bazarkirina berhemên cotkaran, di çar salên borî de berhemanîna petateyan 200 hezar ton zêde bûye û îsal giheştiye nêzîkî 600 hezar ton û bi texmînî 500 milyon dolar qezenc kiriye.

Li gor zanyariyên K24ê, cotkarên Herêma Kurdistanê salane 30 cureyên petateyan berhem tînin ku 10 ji wan pîşesazî û ji bo berhemanîna fînger û çipsan tên bikaranîn.

Bi piştevaniya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çendîn berhemên çandiniyê yên cotkarên Herêma Kurdistanê gihîştine asta têra Herêma Kurdistanê bike, ji wan jî petate, ceh, xiyar û gelek berhemên din ên meywe û sebzeyan.

Ji bilî vê yekê jî, di mezintirîn pêngavên Kabîneya Nehem a piştevanîkirina berhemên cotkaran li bazarên cîhanê, sala borî 2 hezar ton hinar bo Îmarat û welatên din ên Kendavê hatibû hinardekirin û ji bo îsal û salên pêş jî ji bilî hinaran, hingiv û sêv bo welatên Îmarat, Erebistana Siûdî, Behreyn, Brîtanya û Ewropayê dê bên hinardekirin.

Ligel wê jî, birincê Kurdî û tehîna kuncî ya Kurdistanê li bazarên derve, bi taybetî li welatên ku kurdên diyasporayê lê dijîn, tên xwestin.