HSD: Di operasyoneke tolhildanê de 6 çekdar hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand, hêzên wan wek bersivekê li ser armanckirina şervanên wan li Qamişlo, operasyonek li dijî çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve kirin û tê de 6 çekdar hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, êrişên artêşa Tirkiyê û komên çekdar li hember heremên wan berdewam dikin. Komeke çekdaran li gundê Erîşa yê di navbera Til Temir û Serêkaniyê de ji aliyê yekineyeke HSDê ve hat şopandin û di roja 7ê Tebaxê de li dijî wê komê çalakiyek serdagirtinê hat kirin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya HSDê, di encamê vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin. Herwiha şervanekî Encûmena Leşkerî ya Til Temirê jî canê xwe jidest da.

Da zanîn jî, ev çalakî ji bo tolhildana şervanên HSDê yên ku di roja 3ê Tebaxê de li Qamişlo di encama êrişa droneke artêşa Tirkiyê de canê xwe jidest dabûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî duhî ragihandibû, di encama şer û pevçûnên di navbera HSD û grûpa çekdar “Sultan Murad” de, 6 çekdar li gundê Erîşa yê ser bi Til Temirê ve hatin kuştin.