Çîroka dîroka Duhokê bi wêneyan di pirtûkekê de hat çapkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pirtûkek bi navê “Albuma Duhoka Kevin” ji aliyê rojnamevan û arşîvvanê Kurd Şivan Tewfîq ve hat çapkirin. Pirtûk çîroka bajarê kevin ê Duhokê bi wêneyên arşîvkirî vedibêje, bi armanca ku dîroka xweş a vî bajarî û mîrata wê ya kevnar a Kurdî ji adet, kevneşopî û cilûbergên kurdî bîne bîra xwendevan.

Wêneyên ku di pirtûkê de hatine weşandin, wek belgeyên arkeolojîk û xezîneyek ji dîroka bajarê Duhokê ne. Nivîskar bi rêya pirtûka xwe ya bi navê “Albuma Duhoka Kevin” hewl dide ku dîroka bajêr bi nifşên nû bide naskirin. Di albûmê de ji bo her wêneyekê, kurtpênaseyek heye, wek wêneyên kesayetên siyasî, mela, karsaz, mamoste û kesên din.

Girîngiya vê pirtûkê di kodkirin û arşîvkirina dîroka bajarê Duhokê di heyamên kevnar û cuda de ye. Pirtûk ji du beşan pêk tê, tê de wêneyên bajarê kevn û taxêm wê, her weha kesayetiyên naskirî yên ku serdana bajêr kirine, di nav wan de Şah Feysel II, ligel mamê wî di sala 1956an de, her wiha wêneyê serokomarê berê yê Iraqê Ebdulselam Aref ku di sala 1965an de seredana wî bajarî kiribû û kesayetiyên leşkerî yên Duhokî, wek Mihemed Cangîr, Qerqaravî, Erîf Teyib Mihemed Teyib, Celal Mihemed Baltiyî, Dîwalî Taha, û Lîwa Cemîl Mistefa Duhokî.

Di pirtûkê de wêneyên kuçeyên kevin ên bajêr ku jê re digotin “Qentere” û xaniyên kevn, hejmarek malbatên Cihû, Xiristiyan û Misilman ên bajêr, wêneyên dibistanên kevn û mamosteyan, wêneyên cilûbergên Kurdî, cihên giştî yên bajêr, bazarên kevnar û hejmarek dibistan û mizgeft jî hene.