DAIŞê li Dêrezorê êrîş kir: 23 leşker hatin kuştin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, li çekdarên DAIŞê li Dêrezorê êrîşî karwanekî artêşa Sûriyê kir û di encamê de 23 leşkerên Sûriyê hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, li çekdarên DAIŞê li Dêrezorê êrîşî karwanekî artêşa Sûriyê kir û di encamê de 23 leşkerên Sûriyê hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, çekdarên DAIŞê duh 10ê Tebaxa 2023an, li Badiyeyê êrişî karwanekî artêşa Sûriyê kir.

Di encama êrîşê de 23 leşkerên Sûriyê hatin kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûn.

Çekdarên DAIŞê 7ê Tebaxê jî li bajarokê Medan Etîqê yê Reqayê êrîşî hêzeke artêşa Sûriyeyê kiribû û di encamê de 10 leşker hatibûn kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka 2023an û heta niha, li Badiyeya Sûriyê çekdarên DAIŞê 210 leşker û çekdarên Sûriyê û 157 sivîl kuştine.

Her wiha 20 çekdarên DAIŞê jî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê û firokeyên Rûsyayê ve li heman navçeyê hatine kuştin.