Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li xwendekarên yekem ên Kerkûkê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê ji xwendekarên yekem ên Kerkûkê re şand û Wezîrê Perwerdehiyê jî ji xwendekaran re ragihandiye ku ew ê ligel yekemên Herêma Kurdistanê werin xelatkirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê ji xwendekarên yekem ên Kerkûkê re şand û Wezîrê Perwerdehiyê jî ji xwendekaran re ragihandiye ku ew ê ligel yekemên Herêma Kurdistanê werin xelatkirin.

Îro Înê 11ê Tebaxa 2023an, Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand, bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê pîrozbahiya cenabê wî gihandiye xwendekarên yekem ên xwendina Kurdî yên li Kerkûkê.

Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd  diyar kir: “Em pîrozbahiyê li hemû derçûyan dikin, bi hêviya encamên baştir ji bo wan xwendekarên ku di xula duyem de ezmûnê didin.”

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, Wezîrê Perwerdehiyê ji xwendekarên yekem ên Kerkûkê re ragihandiye, ew li benda ragihandina encamên ezmûnên giştî yên Kerkûkê bûn, loma xelata yekemên Herêma Kurdistanê jî hatiye paşxistin û ew jî ligel yekemên Herêma Kurdistanê dê werin xelatkirin.