Efrîn.. Grûpên çekdaran 7 kes revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 7 kes revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, bi armanca standina fidyeyê ji wan, grûpa “Polîsa Leşkerî” 7 koçberên ku ji aliyê Tirkiyê ve bo Efrînê hatibûn vegerandin, revandin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, kesên ji aliyê desthilatên Tirkiyê ve hatine dersînorkirin, kesek ji wan ji navçeya Şiyê ye û 6 kes jî ji gundê Celemê yê li navçeya Cindirêsê ye. Heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

De dema dawî de, hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî. Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Hefteya borî jî rojnameyeke nêzikê hikûmeta Tirkiyeyê ragihandibû, hikûmet di meha Cotmeha bê de du dê vegerandina penaberên Sûrî bo welatê wan bileztir bibe.