Polîsa Almanî bang li welatiyan dike ku alîkariya madî nedin PKK'ê

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsa Almanyayê bang li welatiyan dike ku ji sîstema PKK'ê dûr bikevin, alîkariya madî nedin wê partiyê.

Polîsa Almanyayê di daxuyaniyekê de ragihand, “Pîşesazkarên hêja, PKK li Almanyayê weke rêxistineke terorîst hatiye binavkirin. Herwiha Almanya kar ji bo hişkkirina çavkaniyên darayî yên PKKê dike.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi giştî, polîsên Alman li kesên ku alîkariya madî didin PKK’ê digere. Di rastiyê de jî pereyên ku tên berhevkirin, ji bo şerên ku tê de gelek kes birîndar dibin û heta tên kuştin jî, tên bikaranîn.”

Herwiha Polîsa Almanî got: “Welatiyên hêja, dibe ku seredana we bê kirin, pere ji we werin xwastin û eger hûn nedî jî, dibe ku gef li we bê xwarin, ji berê wê hûn dikarî li wan gilî bikin û ew ê bi awayên curbicur bên darizandin.”

Di daxuyaniyê de polîs ji welatiyan re got: “Bi dayîna bireke pereyan ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê, xwe rûbirûyî lêpirsîna yasayî nekin. Em ji we daxwaz pabend bin û pereyan nedin.”