Mesrûr Barzanî: Divê serkirde û endam û alîgirên PDKê di asta mezinahiya PDKê de bin

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro duşemê 14ê Tebaxê li bajarê Duhokê serdana ofîsa rêxistina parêzgeha Duhokê ya PDKê kir.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro duşemê 14ê Tebaxê li bajarê Duhokê serdana ofîsa rêxistina parêzgeha Duhokê ya PDKê kir û ji aliyê Endamê Polîtburo û Berpirsê Ofîsa Rêxistina Duhokê Piştîwan Sadiq û endamên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de Cîgirê Serokê PDKê bal kişand ser girîngiya zêdetir têkelbûna berpirs û kadros û endamên PDKê ligel xelkê, da ku ji nêzîk ve agahdarê xwestek û daxwaz û pêwîstiyên cemawer bin û bibin hevahengkar û alîkarên saziyên hikûmetê, ji bo ku bikare bi awayê herî baş, karnameya xwe ya xizmetguzariyê cîbicî bike.

Cîgirê Serokê PDKê tekez kir ku PDK xwedî serokekî mezin û rabirdûyeke pir şanazî û partiya pêşrew a tevgera azadîxwaz a Kurdistanê û parêzerê destkeftên niştimanî û statuya Herêma Kurdistanê ye, loma divê serkirde û endam û alîgirên PDKê di asta mezinahiya PDK û dîroka wê ya tijî serwerî bin û xizmetkarê miletê xwe bin û di xizmetkirina xelkê de, çi ji destê wan bê, texsîr nekin.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî destnîşan kir, ku PDK partiyeke Kurdistanî û ya hemû navçe û deverên Kurdistanê ye, lê belê pêgeheke taybet a Badînanê heye û xelkê vê deverê, gelek qurbanî di bizava rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de dane û her dem bi rêz û pêzanînê ve xebat û qurbanîdanên xelkê Badînanê dinirxînin.