Vedant Patel bo K24: Amerîkayê rizamendî li ser operasyonên Tirkiyê nedaye

Wezareta Derve ya Amerîkayê bersiva pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Washingtonê Îsa Hesen a li ser êrîşên van demên dawî yên Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê da.

Washington (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê bersiva pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Washingtonê Îsa Hesen a li ser êrîşên van demên dawî yên Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê da û ragihand, Amerîka lembeya kesk ji bo Tirkiyê vênexistiye û rizamendî jî li ser operasyonên wê nedaye, her wiha daxwazê ji aliyan dike ku pabendî agirbestê bibin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di konferanseke rojnamevanî de ji Peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, karê balyoz û balyozxaneyên Amerîkayê li welatan pêşvebirina pêwendiyan û baştirkirina karkirina bihevre ye.

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Washingtonê Îsa Hesen: Hefteya bor, rêxistina civaka aştîxwaz a Amerîkayê ragihand, tenê îsal Tirkiyê 82 car sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine. Tirkiye heman kar li bakurê Sûriyê dike û bi dehan welatiyên sivîl ji ber vê hatine kuştin. Gelo Amerîkayê lembeya kesk ji Tirkiyê re vêxistiye ji bo encamdana van êrîşan?

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel: Me lembeya kesk ji Tirkiyê re vênexistiye û rizamendî li ser operasyonên Tirkiyê nedaye. Helwesta me li ser vê mijarê zelal e û girîng e ku hemû alî pabend bin û rêz li agirbestê bigrin. Helwesta me neguheriye û em berdewam in di piştevanîkirina vê agirbestê de. Girîng e ku hemû alî rêzê li vê agirbestê bigrin, da ku seqamgîriya Sûriyê were baştirkirin û ji bo çareseriyeke siyasî bo kêşeyê kar bikin. Em nîgeranên aloziyên li bakurê Sûriyê û bandorên wê yên li ser xelkê sivîl in û ew kar heta niha ji bo dilniyabûna têkbirina DAIŞê hatine kirin. Em berdewam in di karkirina ji bo dilniyabûna ji silametiya hêzên Amerîka û Hevpeymaniya dijî DAIŞê.

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Washingtonê Îsa Hesen: Di partiyên siyasî yên Iraqê de hinek nîgeranî hene, dibêjin: Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê destwerdanê di karûbarên Iraqê de dike. Gelo hûn li ser vê mijarê çi dibêjin?

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel: Li hemû welatên cîhanê karê balyoz û balyozxaneyên Amerîkayê, cîbicîkirin û pêşvebirina pêwendiyên me ne ligel hikûmetan û gotûbêjkirin e li ser wê yekê ku çawa bikarin bihevre kar bikin, li Iraqê jî bi heman şêwe dibe.