Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî dike ku di dosyeya zarokên DAIŞê de hevkariyê bike

Rêveberiya Xweser
Rêveberiya Xweser

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li civaka navdewletî kir ku ji bo avakirina navendên perwerdekirina zarokên DAIŞê û tevlêkirina wan di civakê de, hevkariya wê bikin.

Rêveberiya Xweser duhî di daxuyaniyê de ragihand, wê di peydakirina cih, pêdiviyên girtîgehan û parastina herêmê ji metirsiyên DAIŞ`ê de gelek zehmetî kişandine û bang li civaka navdewletî kir alîkariyan pêşkêş bikin da ku darizandina çeteyên DAIŞ`ê çalak bibe û edaleta civakî û ya navdewletî pêk were.

Herwiha Rêveberiyê got: “Dosyeya zarokên DAIŞ`ê, metirsîdar e. Divê navendên perwerdekirina wan bê vekirin, ji bo ku tev li civakê bên kirin. Ew qurbaniyên hizra terorîst in. Perwerdekirina wan dê rê li pêşiya xetereyeke pêşerojî bigire û dê bandor li seranserî cîhanê bike. Her derengmayînek jî vê xetereyê zêdetir dike.”

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, banga wê li civaka navdewletî, ji bo ku rê li pêşiya firehbûna vê hizra tundraw bê girtin û berjewendiya bilind a pêkhateyên herêmê were parastin.

Herwiha Rêveberiyê amadehiya xwe ji bo parastina pêşeroja wan zarokan dikare tev li bernameyên civata navneteweyî û rêxistinên têkildar bibe.

Herwiha Rêveberiya Xweser amadebûna xwe ji bo guhdan û beşdarbûna wê di hemû plan û bernameyan de bi civaka navdewletî û rêxistinên pêwendîdar re nîşan da, ji bo parastina paşeroja zarokan û mafên wan.