Lûtkeya Aborî ya Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî li Hewlêrê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê îro 15ê Tebaxa 2023an, Lûtkeya Aborî ya Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî birêve diçe.

Peyamnêra K24 li Hewlêrê da zanîn, Lûtkeya Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî, bi serperiştiya Yekîtiya Hawerde û Hinardekaran a Herêma Kurdistanê û Konsilxaneya Giştî ya Siûdiyê li Hewlêrê lidar dikeve.

Got jî: Hijmarek ji kompanyayên Herêma Kurdistanê û 34 kompanyayên Siûdîyê di lûtkeyê de beşdar in ku tê Karsaz û xwediyên komanyayan rasterast gotûbêjan li ser geşepêdana pêwendiyan û danûstendinên bazirganiyê dikin û hewl didin girêbestan îmze bikin.