Li çend bajaran nêzîkî 50 kesî bi tometa endamtiya PKKê hatine binçavkirin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera destpêkirina şerê çekdarî yê PKKê de, li çend bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nêzikî 50 kes hatin binçavkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê îro berbangê li bajarokên Çelê, Gever û Şemzînanê yên ser bi bajarê Colemêrgê operasyon kirin û avêtin ser malan.

Li gor zanyariyan, di encama operasyonê de nêzikê 30 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatine binçavkirin. Hevdîtina binçavkiriyan bo parêzerên wan jî hatiye qedexekirin.

Li bajarên Edeneyê jî, 10 kes hatine binçavkirin ku 4 ji wan zarok bûn.

Zarok hatine azadkirin, lê lêpirsîna şeş binçavkiriyan berdewam e.

Herwiha li bajarê Îzmîrê 12 jî kes hatine binçavkirin û biryara nehênîbûnê li ser dosyaya wan hatiye dayîn. Lêpirsîna bi kesên binçavkirî re berdewam e.