Serokê Sûriyeyê mûçeyê karmendan ji sedî 100 zêde kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Beşar Esed biryarek yasayî derxist ku tê de mûçe ji sedî 100 ji bo hemû xebatkarên sivîl û leşkerî zêde dibe.

Herwiha Serokê Sûriyê Beşar Esed biryarnameyeke din ya yasayî derxist û tê de %100 mûçeyên xanenişînan (sivîl û leşkerî) zêde kir.

Her du biryar ji yekê meha piştî roja derketina wan (1ê Îlona 2023an) dikevin warê cibicîkirinê.

Zêdebûna mûçeyan, bi sedema bilindbûna nirxê madeyên petrolê, mazot, benzîn, sotemenî û gaza şil li Sûriyê tê, ku şeva borî borî ji aliyê Wezareta Bazirganiya Navxweyî ve hatibû ragihandin.

Mûçeyên karmendên dewletê li Sûriyê bi giştî, li gorî welatên din kêm gelekî kêm e, nemaze bi daketina nirxê lîreyê sûrî re ku mûçeyê mehane yê karmendekî hikûmetê di navbera 150 – 200 hezar lîre ye (bi qasî 11 - 16 dolarên Amerîkî). Piştî ku nirxa dolar di bazara paralel de gihişt zêdetirî 13 hezar û 700 lîreyan.

Lêkolînên herêmî diyar dikin ku li Sûriyê pêwîstiya malbatek ji 5 kesan ji bo jiyanek asayî, bi 6,5 mîlyon lîre heye, ev yek jî tê wê wateyê ku ev zêdebûn dê ne rast û bi bandor be û dê ne di asta enflasyona mezin a li welat de be.