2 endamên PDK-Sê ji aliyê grûpeke çekdar ve hatin revandin

Barzan Husên - Cinêd Seyid Mecîd
Barzan Husên - Cinêd Seyid Mecîd

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê, 2 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji aliyê grûpeke çekdar ve hatin revandin.

Encûmena Xwecihî ya Girkê Legê ya ENKSê belav kir, duhî grûpeke çekdar a ser rûyê xwe girtibû bi ser cihê kar ê medyakar û endamê PDK-Sê Berzan Hisên de girt û ew revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Ev ne cara yekem e medyakar Berzan Husên tê revandin, ew pêştir jî di Gulana 2017an û Tîrmeha 2021an de ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatibû revandin û demekê di girtîgehê de mabû.

Her li Girkê Legê, duhî endamekî din ê PDK-Sê yê bi navê Cinêd Seyid Mecîd jî ji aliyê grûpeke çekdar ve hat revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye bibin.

Pêştir bi sedan endam û alîgirên PDK-S û partiyên di nava ENKSê li bajar û navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatine revandin û girtin û baregeh û ofîsên wan rastî êrîş û şewitandinê hatine.

Berpirsên ENKSê Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di ber van kiryaran de berpirs dibîne ku ew rê li pêş van kiryarên revandinê û êrîşên li ser baregahan nagire.