Mesrûr Barzanî destxweşiyê li xwendekarên yekem ên amadehiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li xwendekarên yekem ên Kurdistanê kir û hêviya bextewerî û serkeftinê di hemû qonaxên jiyanê yên pêşerojê de ji bo wan xwast.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma xelatkirina xwendekarên yekem ên Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û got: “Ez destxweşiyê li we dikim ku hûn vê qonaxa xwendina xwe bi serkeftî bidawî dikin û gav ber bi xwendina zanîngehê ve davêjin. Di hemû qonaxên paşerojê yên jiyana we de bextewarî û serkeftinê ji we re dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, ew xwe bextewer dibîne û cihê şanaziyê ye ku îro di nav vê hejmara xwendekarên jêhatî de ye û got: “Ez hê bêtir kêfxweş im ku xwendekarên yekem ên dilê Kurdistanê bi me re beşdar in.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha spasiya dê û bav û xizmên xwendekaran kir ku piştgirî û alîkariya wan kirine.

Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku sektora perwerdeyê ji bo wî û Encûmena Wezîran giringiyeke wê ya mezin heye û got: “Me di rewşên dijwar ên wekî vîrûsa Korona û di rewşên dijwar ên aborî û darayî de hewl da ku çi ji destê me bê bikin, da ku ev sektor berdewam be.”

Derbarê sektora perwerdehiyê de jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Destxweşiyê li Wezareta Perwerde û bi taybet Wezîrê Perwerdeyê Alan Hama Seîd û hemû mamoste û karmendên vê sektorê dikin ku ev qonaxa dijwar derbas kirin û dest jê bernedan.”

Herwiha Mesrûr Barzanî got: “Mamostayên me tevî ked û xebata xwe, hertim bûne nimûneya xweragiriyê di civaka me de û li gel hemû zehmetiyan jî ji sengerê pîroz ê perwerdeyê derneketin û ev helwest her dem cihê spasî û pêzanînê ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Nêrîneke me ya zelal ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê di hemû waran de heye. Em ji bo paşerojê, Kurdistaneke pêşketî û xwedî aborîyeke pirreng, çandinîyeke pêşketî, jîngeheke paqij û welatekî dewlemend dixwazin. Em welatekî xwedî binesaziyek xurt, welatekî aram û her kes di nav bextewarî, rûmet û aramiyê de bijî dixwazin. Lê ez dizanim bêyî sîstemek perwerdehiyê ya bihêz ev dijwar in, ji ber vê yekê min her dem tekezî li ser girîngiya pêşkeftina vî warî kiriye.”

Herwiha got: “Bi taybetî ji bilî hînkirina zanistê, ez tekezî li ser girîngiya perwerdeyê dikim, perwerdeya nifşên paşerojê û endamên civaka me ji baxçeyên zarokan û dibistanan dest pê dike.”

Tekezî li ser wê yekê kir, “Eger em dixwazin endamên civaka me di pêşerojê de, hesta welatparêzî û hezkirina gel û axê li cem wan hebe, divê em vê perwerdeyê li dibistanan bidin destpêkirin.”

Da zanîn jî: “Ez hertim bi şandeyên welatên ku di vî warî de xwedî ezmûnên serkeftî ne re diaxivim û tekezî li ser hevkariya di vî warî de dikim û ji ezmûna wan sûd werdigirim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Bi piştevanî û beşdariya aktîv a aliyên peywendîdar, emê hewl bidin ku di vî warî de gavên pratîkî bavêjin, ji ber ku li gorî min perwerdekirina mirovan û şiyanên wan, bingeha hemû serkeftin û pêşketinên din e.”