Berpirsekî Rêveberiya Xweser: Em petrolê bi buhayên sembolîk difiroşin rejîmê

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer dibêje, bîr û kêlgehên petrolê yên navçeyên wan rojane nêzîkî 150 hezar bermîl petrol berhem tînin û beşekê jî ji wê bi rêya bazirganên ser bi rêjîmê ve, difiroşin herêmên hikûmeta Sûriyê.

Koçer di hevpevînekê ligel rojnameya “Şerq El-Ewset” a Londonî de diyar kir, Rêveberiya Xweser kêmtir ji nîvê bîr û kêlgehên li deverên di bin kontrola wê de dertîne, ango nêzîkî 150 hezar bermîlan di rojê de. Da zanîn jî, berî 2011ê, rojane nêzîkî 385 hezar bermîl ji wan kêlgehan dihat berhemanîn.

Koçer tometên dizîna petrolê ji aliyê Rêveberiya Xweser û hêzên Amerîkî ve red kir û got, beşekê petrola wan bi rêya bazirganên ser bi rêjîmê ve û bi bihayên sembolîk ji bo herêmên hikûmeta Sûriyê tê firotan.

Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser tekez ku Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka destêwerdanê di pirsa petrolê de nakin û erkê wan li Sûriyê tenê jinavbirina DAIŞê ye.

Koçer dibêje: Ji destpêka şerê Sûriyê ve, deverên bîrên petrolê ketin di bin kontrola çend aliyên leşkerî, piştî sala 2014an, rastî êrîşên grûpên çekdar ên radîkal û rêxistinên îslamî yên tundrew hatin, vê yekê bandoreke mezin li van kêlgeh û bîran kir û beşek ji wan bi temamî wêran bûn û beşeke din jî ziyan gihîştinê, ji ber wê rêjeya berhemanînê kêm bû.

Diyar kir jî: Dahata petrolê vedigere ji saziyên Rêveberiya Xweser û encûmenên xwecihî yên ku wan deveran birêve dibin, ji bo dabînkirina xerciyên leşkerî û hêzên ewlehiyê û mûçeyên karmendên.

Ji bilî bîr û kêlgehên li Rojavayê Kurdistanê, zeviyên gazê yên “El-Omer” û “Conico” li gundewarê Dêrazorê ji sala 2019an ve û kêlgeha gazê li El-Cibsa li gundewarê Hesekê ji sala 2016an ve di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.