Manchester City di dîroka xwe de car yekem Kûpaya Super a Ewropayê bilind dike

Manchester City
Manchester City

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Manchester City bi têkbirina tîma Spanî, Sevilla, bo cara yekem Kûpaya Super a Ewropayê bidest dixe.

Tîma Manchester City û Sevilla şeva borî di Kûpaya Super a Ewropayê de li stadyuma Karaiskakis a bajarê Pîreus ê Yewnanîstanê rûbirûyî hev bûn.

Lîstikvanê mexribî Yûsif Nisêrî di xuleka (25) a nîva yekem de gelek ji tîma Îspanî, Sevilla re tomar kir.

Lîstikvanê Îngîlîz Cole Palmer jî di xuleka (63) bi golekê bersiv da û encam wekhev kir.

Piştî bidawîhatina dema asayî ya maçê, her du tîman serî li rêze penaltiyan dan, ku bi encama (5 - 4) di berjewendiya Manchester City de bidawî bû.

Bi vê serkeftinê, Manchester City di bin rahêneriya Pep Guardiola de ku bo cara yekem nasnavê Champions League bidest xistibû, şeva borî jî bo cara yekem Kûpaya Super a Ewropayê bilind dike.