Li navçeyeke Kerkûkê bombeyek bi otomobîleke artêşa Iraqê de teqiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Daqûqê ya li başûrê Kerkûkê bombeyeke vedayî bi otomobîleke artêşa Iraqê de teqiya, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Jêderekî ewlekarî ji K24ê re ragihand, li nêzîkî gundê Til'îda yê li navçeya Daqûqê bombeyeke bi otombîleke leşkerî ya ketîbeya Mexawîr a artêşa Iraqê de teqiya.

Diyar kir jî, wê hêza artêşa Iraqê li wê navçeyê mijûlî lêgerîn û pişknînê bûn, ji ber ku demek e tevgera çekdarên DAIŞê lê heye, lê di dema lêgerînê de bombeyek bi otomobîla wan de teqiya.

Hat ragihandin ku di encama teqînê de 3 leşkerên Iraqê birîndar bûne.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, valahiyeke ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dirust bûye. Vê yekê jî hîştiye çekdarên DAIŞê li wan navçeyan çalakiyên xwe zêde bikin û êrîşî ser welatiyan û hêzên ewlehiyê bikin.

Bajarokê Daqûqê 40 k.m li başûrê Kerkûkê dikeve. Li gor serjimêriya sala 1947an, rêjaya Kurdan lê ji sedî 60 bû, Piraniya wan jî Kurdên Kakayî ne. Ji bilî Kurdan, Ereb û Tirkmen jî lê dimînin.