Fîlmek li ser şoreşa Jîna Emînî hat berhemanîn

Kurtefîlma "Deng Hilat" ezmûneke nû ya Firya Yûnis û Hawar Faris e û li ser şoreşa Jîna Emînî hatiye berhemanîn.

Hewlêr (K24) – Kurtefîlma "Deng Hilat" ezmûneke nû ya Firya Yûnis û Hawar Faris e û li ser şoreşa Jîna Emînî hatiye berhemanîn.

Firya Yûnis ku senaryoya fîlmê nivîsandiye û karê derhênana kiriye, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ev fîlm çîroka du qurbaniyên şoreşa Jîna vedibêje, ku di dema şoreşê de dixwazin sirûdekê ji bo şoreşgeran binivîsin, lê belê têne desteserkirin û li zindanê êşkence dibînin û destdirêjî li wan tê kirin, piştî demekê dikarin ji Îranê derkevin û sirûda xwe li welatekî din binivîsin.”

Herwiha diyar kir, di fîlmê de hunermend Nîkwan Qadirî, Dilniya Weysî, Emîr Siracedîn, Dilniya Lutfî û Hawar Faris lîstine û bi sponsoriya rêxistina "Pêşrewên Baweriyê" hatiye berhemanîn.

Firya Yûnis ragihand, Mihemed Salih Kerîm, Kurmanc Hoşyar û Horîn Yûnis alîkarên derhênerê fîlmê ne, ku muzîka wê Nîkwan Qadirî û Arya Ehmedî çêkirine û got: “Di demeke nêz de promoya fîlmê dê were belavkirin.”

Jîna Emînî keça Kurd a 22 salî a ji bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê roja 13ê Îlona 2022an, ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye, li Tehranê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û piştî du demjimêran bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin êşkenceyê de hatiye kuştin.