Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bû manşeta sereke ya rojnameyên Îmaratê

Rojnameyên Îmaratê nivîsandine: Di civîna Mesrûr Barzanî û Mihemed bin Zayid Al Nehyan de li ser rewşa navçeyê û pêşvebirina pêwendiyan gotûbêj hat kirin.

Hewlêr (K24) – Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Îmaratê û civîna ligel Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan, bû manşeta sereke ya hejmara îro 18ê Tebaxa 2023an a rojnameyên Îmaratê û girîngiyeke mezin dan.

Rojnameyên Îmaratê nivîsandine: Di civîna Mesrûr Barzanî û Mihemed bin Zayid Al Nehyan de li ser rewşa navçeyê û pêşvebirina pêwendiyan gotûbêj hat kirin.

Mihemed bin Zayid pêşvebirina pêwendiyan ligel Barzanî gotûbêj kir, ev manşeta sereke ya rojnameya El Xelîc a Îmaratê ye, herwiha ronameyê nivîsandiye: Mihemed bin Zayid ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Koşka Şatî ya li Ebû Zebî bi amadebûna Cîgirê Serokê Dewletê û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Dîwana Serokatiyê Şêx Mensûr bin Zayid Al Nehyan, Şahzadeyê Cînişînê Ebû Zebî Şêx Xalid bin Mihemed bin Zayid Al Nehyan û Şêx Hemdan bin Mihemed bin Zayid Al Nehyan û Şêx Mihemed bin Hemed bin Tehnûn Al Nehyan, li ser pêwendiyên Îmarat û Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî gotûbêj kirin û tekezî li girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan di hemû waran de kirin.

Rojnameya El Beyan a Îmaratê jî di malpera sereke de bi girîngî amaje bi gotûbêjên navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Dewleta Îmaratê kiriye û nivîsandiye: Di hevdîtina navbera Îmarat û Serokwezîr Mesrûr Barzanî de li Koşka Şatî ya li Ebû Zebî, herdu aliyan di gelek warên cûr bi cûr de gotûbêj kirin.

Rojnameya Îtîhadî ya Îmaratê di malpera xwe ya sereke de bal kişandiye ser serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Îmaratê û nivîsandiye: Mihemed bin Zayid û Mesrûr Barzanî li ser girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan di hemû waran de gotûbêj kirine û nivîsandiye: Her du aliyan danûstandina fikr û ramanan derbarê çend mijarên cihê girîngiya hevbeş de kirine û di gelek warên cûr bi cûr de gotûbêj kirine.

Duh pêncşemê 17ê Tebaxa 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Ebû Zebî ligel Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan civiya.

Di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên dostane yên navbera dewleta Îmaratê û Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin û tekezî li ser girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan di hemû waran de hat kirin.

Di beşeke din a civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, hatin gotûbêjkirin.