Cevdet Yilmaz: Herî zêde Diyarbekiriyan baca aloziyan daye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Cewdet Yilmaz serdana Diyarbekirê kir û da xuyakirin, xelkê Diyarbekir û navçeyê herî zêde baca tundî û aloziyan dide û got, dema ewlekarî hebe, weberhênan û geşedan dê hebe.

Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz îro di bernameya "Hevdîtinên Bajêr" a ku ji aliyê Serokatiya Parêzgeha AK Partiyê ve hat birêkxistin de got ku Diyarbekir bajarekî gelek taybet ê şaristanî û manewî ye û ji bo bazirganî, aborî û geşepêdanê jî xwedî potansiyelek mezin e.

Cevdet Yilmaz got: “Li navçeya me ji ber terorê, ji ber pirsa ewlekariyê, gelek xizmetguzarî rastî astengiyan tên. hewlên veberhênanê nagihin armancên xwe. Baca herî mezin xelkê Diyarbekirê û bajarên derdor didin. Dema ev gef nebin û aramî hebin, mifaya herî mezin dê xelkê vê derê bibînin. Bûyerên Xendekan hê di bîra me de ne. Em naxwazin bi nakokiyên bêencam, hêza xwe heder bikin. Divê em rê nedin kesên yekîtîya me têk didin. Lê di heman demê de pêwîs te em rêz li mafên mirov û demokrasiyê bigrin.”

Herwiha got: “Di bin navê demokrasî, mafnasî û azadiyê de, divê karên din neyên kirin, divê ev gotin neyên bikaranaîn, ev werin cîbicîkirin. Ma kî dijî demokrasî, mafnasî, azadî û dadê derdikeve. Em dixwazin bi hemû aliyên civakê re, di nava dewleta yasayê de bi pêş ve biçin. Divê yek ciwanekî me jî êdî nebe qurbanê îdeolojiyan.”