Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê pesnê Herêma Kurdistanê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê bo Karûbarê Ewlekariyê Seyid Mihemed Mîr Ehmedî ligel Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê serdana deriyê sînorî yê Hacî Omeranî kirin û di daxuyaniyekê bo K24 de, spasiya alîkarî û amadekariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li xala sînorî ji bo heciyên Çileya Îmam Husên ku bi niyaz in biçin Kerbelayê, kir.

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê diyar kir: “Rojane zêdetirî 50 hezar hecî di vê deriyê sînor re derbas dibin.”

Herwiha got: “Ez spasiya Serkidatiya Herêma Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikim. Heciyên Çileya Îmam Husên ev sal in di deriyê Hacî Omeran re ber bi Kerbelayê ve diçin. Keşûhewaya guncaw û amadekarî û asankariyên berpirsên Herêma Kurdistanê yên li ser sînor kirine, bûne sedem ku em vî sînor zêdetir bi heciyên xwe bidin naskirin.”

Got jî: “Li gorî lêkolînên me, rojane herî kêm 50 hezar kes dikarin sînor derbas bikin. Her kes heyama xuleyekê de sînor derbas dike, ji ber wê jî di 24 demjimêran de dikare 70 hezar hecî derbas bibin. Rewşa xanî, tenduristî û xizmetên din li vir pir baş in û ez spasiya wan dikim.”

Pêştir Peyamnêrê K24ê li Soranê ragihandibû, li gor rêkeftina di navbera aliyên Îranî û Herêma Kurdistanê de, hatina heciyan di deriyê Hacî Omeran re û ji wir ji bo bajarên din ên Iraqê, duhî Înê dest pê kir.”

Tê pêşbînîkirin ku nêzîkî 500 hezar heciyên Îranî bi rêya deriyê sînorî yê Hacî Omeran re derbasî Herêma Kurdistanê bibin û ji wir jî ber bi Necef û Kerbelayê ve biçin.

Di vê derbarê de, Berdevkê Deriyê Hacî Omeran Sîrwan Husên pêştir ji K24ê re gotibû, hemû amadekariyên pasaport, xalên kontrolê, dabînkirina cih û otobusan bo veguhestina heciyan temam bûne.

Bi milyonan Şîe ji Iraq, Îran û welatên ji bo bîranîna Çileya Şehîdbûna Îmam Huseyn ber bi Kerbelayê ve diçin.

Çileya Îmam Husên ji bo Şîeyan, yek ji merasîmên olî yên herî bi nav û deng e, ew bi serdana gora Husên ibn Elî ibn Ebî Talib, ku îmamê sêyem ê Şîeyan e, Kerbelayê şînê digirin, herwiha serdana birayê wî Ebû Fezil Ebbas jî dikin.