Serok Barzanî ligel rêxistinên PDKê yên devera Badînanê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Tîrmeha 2023an li devera Badînan ya Duhokê ligel rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civiya.

Di civînê de ku bi armanca pevguhertina nêrînan li ser kêşeyên welatiyan, haydarbûna ji rewşa rêxistinên partî û şopandina encamên 14. Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatibû organîzekirin, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di gotara xwe de ronahî xiste li ser rewşa PDKê, biryarên kongreya 14 ya PDKê, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna metirsî û astengiyan di qonaxa niha û paşerojê de. Serok Barzanî ji bilî amajepêdan bi wê yekê ku di babeta hilbijartinên PDKê de her ji piştî raperînê ve destpêşxeriya lidarxistina hilbijartinan kiriye ji bo veguhastina rewatiya şoreşgerî bo rewatiya destûrî. Herwiha tekez kir ku divê em ber bi hilbijartinan ve biçin û divê PDK jî baweriya gel biparêze. Got jî: Her kesê ku bi xema berjewendîyên Kurdistanê be, ti carî astengî li pêş proseya hilbijartinan dernaxe.

Serok Barzanî ew yekî dubare kir ku divê aliyên siyasî tevî cudabûna bîr û baweriyên xwe, li ser xetên niştimanî û parastina qewareya Herêmê hevnêrîn bin.

Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de ronahî xiste ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de û behsa ji dîroka wan peywendiyan di bîst salên borî de kir. Tekez jî kir ku ji bo Iraq aram bibe, divê hemû alî rêz li destûr û pirensîpên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê bigirin.

Her di wê civînê de, Serok Barzanî daxwaz kir ku kar ji bo kûrtirkirina hesta nîştimanperwerî di nava ciwanan de û hişyarkirina welatiyan li hember metirsiyan û piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin.

Piştî axaftina Serok Barzanî, deriyê gotûbêj, pirs, rexne û têbînî ji bo beşdarên civînê hat vekirin û Serok Barzanî bersiv û ronîkirinên pêwîst pêşkêşî amadebûyan kir.