Li metropolên Tirkiye kireyê xaniyan ji sedî 700 bilindtir bûye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê bihabûn û zêdebûna kireyên xaniyan wek kêşeyek mezin a xelkê li vî welatî ye. Bi taybet li metropolan ji ber helawisana zêde, kireyên xaniyan ji %700 zêdetir bû. Ev bihayên mezin li ser xaniyan bi taybet barê jiyanê yên xebatkarên ku bi kêmmûçe dixebitin girantir dike. Ji ber lihevnekirina li ser bihayê kireyê xaniyan di nava vê salê de heta niha 50 hezar dozên tehliyeyê ji hêla xwediyê xaniyan ve hatine vekirin da ku kirêdar xanî vala bikin û bi bihayeke zêde xanî bidin yekî din.

Bihayên kirêyên xaniyan barê herî giran ê maddî ye bo niştecîhên li Stenbolê dijîn. Li vî bajarî bi zêdebûna helawisanê kireyên xaniyan ji%700 zêdetir bû. Loma peydekirina xaniyek li gor bûdceya xebatkar an xwendekarek gelek zehmet e.

Enes Çetîn mamosteyê matematîk ê lê ji ber tayîna wî pêk nehat ji bo kar ji welêt berê xwe da Stenbolê û li devera Tarlabaşi ya wek getto ya li bajêr tê zanîn di xaniyek kevn û 35 metreducar de kirêdar e, ji bo kirê ji zêdeyî 10 hezar lîre jê tê xwestin lê mûçeya distîne têrî nake.

Ew balê dikêşîne ser bihabûnan û dibêje, berê rojekê kar dikir pê 3 roj dixwar, lê niha 3 rojan dixebite pê rojekî dikare bixwe.

Enes Çetîn dibêje: “Min beriya du salekê ji %30ê mûçeya xwe dida kirê lê niha hemû mûçeya min jî têrî kireyê nake. Çimkî bihayê xaniyan gelek biha bû herî kêm ji ser 10 hezar lîreyê dest pê dike. Xwediyê xaniyê dixwaze me ji xaniyê derxe da ku bi bihayeke zêde bide yekî din. Malbata min jî ne li ba min e ez tenê di şertên giran de li Stenbolê dê çawa bijîm?”

Di 4 salên dawî de bihayê kirêyan li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 6 qat zêdetir bû.

Pisporê kar û barê kirîn û firotina xaniyan Yalçin Bayezitlî got: “Niha li deverên navendî kirêya xaniyek du ode ji 30 hezar lîreyê dest pê dike. Di salekê de ji ber helawisan, kirîna zêde ya xelkê biyaniyan û lêçûnên zêde bihayê xaniyan jî zêdetir bû. Di şertên wiha yên aboriyeke dijwar de bihayê xaniyan dê berdewam zêdetir bibe.”

Ji ber lihevnekirina li ser bihayê kireyê xaniyan gelek caran kirêdar û xwediyê xaniyan pev diçin ji ber vê hin kes tên kuştin jî. Di nav 7 mehên dawîn de nêzîkî 50 hezar dozên tahliyeyê hatine vekirin da ku kirêdar ji xaniyê derkeve. Bi berdewamiya bihabûnan hejmara dozan jî û pevçûnên navbera kirêdar û xwediyê xaniyan jî dê bi dawî nebe.