Karsazên Diyarbekirê daxwaza aramiya siyasî û geşepêdana aboriyê dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz serdana Diyarbekirê kir û di serdana xwe de li gel endamên meclîsên şaredariyan, rayedarên Ak Partiyê û karsazan civînan pêk anî û peyama geşepêdana aboriya Diyarbekir da.

Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz di çarçoveya bernameya Ak Partiyê ya bi navê civînên bajaran de serdana Diyarbekir kir û di serdana xwe de bal kêşand ser dewlemendiyên Diyarbekir û amaje kir ku eger sud ji dewlemendiyên Diyarbekir were standin ne pêkan e ku li Diyarbekir hejarî bimîne. Cevdet Yilmazî li gel endamên Ak partiyê yên meclîsên şaredariyan jî civînek pêk anî û bang li Ak Partiyiyan kir ku bo hilbijartinên şaredariyan ji niha de xebatê bikin.

Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz got: “Ti îdeolojiyek ji jiyana mirovan ne girîngtir e. Jiyana mirovan ji her tiştî hêjatir e. Divê em netewerestiya etnîkî û herêmî nekin divê neteweperestiya olî nekin. Divê li Bakurê Tirkiye çi hebe li Başurê Tirkiye jî ew hebe, divê li Rojavayê Tirkiyeyê çi hebe li Rojhilatê wê jî ew hebe. Diyarbekir ji her alîyî ve xwedî dewlemendiyan e.”

Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê di serdana Diyarbekir de li gel karsazan jî civînek pêk anî û guhdarî daxwaz û pêşniyarên karsazan kir û bal kêşand ser geşepêdana Diyarbekir û amaje kir ku Diyarbekir xwedî potansiyelek dewlemend e. Karsazan jî amaje kirin ku pêdivî bi aramî û veberhênanê heye.

Karsaz Îhsan Ogurlu dibêje: “Banqa krediye nadin me û ev yek dibe sedem ku îstîhdan dakeve, emê derbarê vê yekê de jî biaxifin. Li deverekî aramiya siyasî nebe tiştel pêş nakeve. Hêviya me ji Cevdet Yilmaz heye.”