Li Mereşê bi hêza 4.2 pileyan erdhej rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Goksun a ser bi Mereşa Bakurê Kurdistanê ve erdhejeke bi pileya 4,2 rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Goksun, bi hêza 4,2 pile erdhej rû da.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 10:05 xulekan de û 22.17 kîlometre di bin erdê de rû daye.