Parêzgarê Urmiyê: Bazirganiya Îran û Herêma Kurdistanê di deriyê Hacî Omeran re gihîştiye zêdetirî milyarek dolar

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Mutemediyan di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de ragihand, par zêdetir ji 1 milyar dolar bazirganiya di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de bi rêya deriyê Hacî Omeran hatiye tomarkirin.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di konferenasa rojnamevanî ligel Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Mutemediyan de ragihand, îro civîneke li ofîsa Wezareta Navxwe bi serperiştiya Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi beşdariya Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê û Parêzgarê Urmiyê hat lidarxistin.

Omêd Xoşnaw aşkere kir, yek ji mijarên ku di civînê de hatine gotûbêjkirin, amadekariyên derbasbûna heciyan bo cihên pîroz ên Iraqê di deriyê Hacî Omeran - Temerçîn re ye ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, amadekariyên wê temam bûne.”

Got jî: “Bi sûdwergirtina ji ezmûna sala borî, ku sala yekem bû hecî di vê derî re derbas bûn, asankariyên gelek baş ji bo çûnûhatina heciyan bo cihên pîroz ên Iraqê hatine kirin.”

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Urmiyê got: Deriyê navdewletî yê Hacî Omeran ji bo çûnûhatina heciyan guncaw e û bazirganiya di navbera Îran û Herêma Kurdistanê di sala borî de zêdetir ji 1 milyar dolar bûye.

Derbarê vekirina deriyekî nû yê sînorî li gel Herêma Kurdistanê de jî, Mihemed Sadiq Mutemediyan got, rêkeftin li ser vekirina deriyê sînorî yê Sîdekan hatiye kirin û dê di demeke nêzîk de were vekirin.

Herwaha got: “Têgihîştin di navbera me Herêma Kurdistanê de li serdana heciyan heye, ew alîkariya baş bo heciyan dikin û dê pêdawîstî û razan ji wan re peyda bikin.”