Rewşa karkerên Qamişlo roj rojê zehmettir dibe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Karkerên Rojavayê Kurdistanê gazinan ji daketina berdewam a nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar dikin, ku bandoreke mezin li ser jiyana wan kiriye. Karkerên li Qamişlo dibêjin, bi daketa nirxê lîreyê re, nirxê kelûpel û xwarinê bilind dibe di demekê de ku mûçeyên wan a rojane bi lîreya sûrî kêmtir ji 3 dolaran e.

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî rewşa karkeran ji ya her welatiyekî din zehmetire. Daketina lîreya Sûrî bandoreke mezin li wan dike, ji ber ku heqdestê wan a rojê bi lîreya Sûrî ye.

Karkerekî li Qamişlo dibêje, di rojê de heqdestê wan negiha 3 dolaran.

Kareker Semîr Tîşê ji K24ê re got: “Rewşa me gelekî zehmet bûye. Dema dolarê Amerîkî 7 – 8 hezaran bû, em kareker bi nanzikê dişuxilîn, lê krêya me niha nanzikê jî dernaxe.”

Ji destpêka Tebaxê ve lîreya sûrî rojane daketineke nû li beramberî dolarê Amerîkî tomar dike, heta 17 Tebaxê, yek dolarî  sînorê 15 hezar lîreyên Sûrî  derbas kir.

Omer Mehmûd ku karekekî koçber li Qamişlo jî dibêje, her çiqas lîre dakeve, nirxê kelûpelan jî bilind dibe, kirêya wî ya rojê, beşa kirîna xwarinên sereke yên malê nake.

Ev serê 12 salan e ku welatiyên Sûriyê di kirîza şer û debara jiyanê de ne. Ev jî kirîz bû sedema zêdebûna rêjeya bêkarî û hejariyê. Rêjeya bêkarî ji sedî 85 ji sedê ye, rêjeya hejariyê jî sedî 90 derbas kiriye.