Namzedên AK Partiyê: Danîna qeyûman zirarê digihîne me jî

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di pêvajoya hilbijartinên şaredariyan de, li Bakurê Kurdistanê şaredarên HDPê yên şûna wan qeyum hatine danîn dibêjin, divê di bangeşiyan de xeta neteweyî derbikeve pêş. Namzetên AK Partiyê jî, dibêjin tayînkirina qeyuman bûye sedem ku namzetên AK Partiyê jî mexdûr bibin.

Serokên navçeyên wek Erxenî, Kayapinar, Baglar, Yenîşehîr ên AK Partiya Diyarbekir bernamzetiya xwe ya şaredariyên navçeyên xwe ragihandin. Bernamzetên AK Partiyê dibêjin şaredarî cihên xizmetê ne û derbarê qeyûman de jî dibêjin xwezî zemîna çênebûna ku qeyûm werin tayînkirin û balê dikêşin ji ber ku tayînkirina qeyûman rêya siyasetê li wan teng dike ew jî ji tayînkirina qeyûman mexdûr dibin.

Namzetê AK Partî Yê Şaredariya Kayapinarê Ugur Delîdere ji K24ê re got: “Ti kesek naxwaze ku qeyûm werin tayînkirin.  Dema ku qeyûm karekî nebaş bikin, wekî ku AK Partiyê ew kar kiribe tê nîşandan. Lê erkê qeyûm ne AK Partî datîne, dewlet wî erkî dide qeyûm. Ev yek qismekê zirarê dide me jî.”

Şaredarên HDPê yên ku şûna wan qeyûm hatine tayînkirin jî balê dikêşin, eger HDP helmeteke bibandor nemeşîne, dibe ku tayînkirina qeyûman motivasyona gel a çûna ser sendoqan têk bibe ku hatibû dîtin şaredariyên destê HDPê de di 2019an de li gorî hilbijartinên beriya wê kêm bûbûn .

Şaredarê Erxenî yê şûna wî qeyûm hatî danîn Ahmet Kaya dibêje: “HDP divê gotinên nû derbixe holê, di rabirdûyê de di warê namzetan û polîtîkayan de rexne li HDPê hatine girtin û hilbijartinên dawîn de hat dîtin ku gel bertek nîşan dide. Rengekî neteweyî di nava bangeşiyê de nebe, HDP dê nikaribe dengê gel bistîne.”

Hilbijartinên 2019an de, HDPê 49 şaredarî bi dest xistin û ji 49 şaredariyan ji bo 44 şaredariyan, qeyum hat danîn. Li gorî hilbijartinên 2014an jî şaredariyên wê kêm bûn ku danîna qeyûman çiqasî bandorê li biryara gel dê bike hîn nediyar e.