Serok Barzanî li Badînanê: Ez hatime guhdariya gilî, gazind, êş û azara we bikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li devera Badînanê li gel malbatên şehîd, têkoşer, hilgirên medalyaya Barzanî, birîndar û berketiyên sengeran û girtiyên siyasî civiya û ji wan re got: We ji bo rûmeta gelê xwe xwîn daye û hûn westiyane û çi ji we re were kirin kêm e.”

Li gorî daxuyaniyeke Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro 21ê Tîrmeha 2023an li bajarê Duhokê li gel malbatên şehîdan, têkoşer, hilgirên medalyaya Barzanî, birîndar û berketiyên sengeran û girtiyên siyasî yên li devera Badînanê civiya.

Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û ronahî xiste ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de.

Serok Barzanî amaje bi astengî, gef û rikberiyên li pêşiya gelê Kurdistanê kir û tekezî li ser pabendbûna bi hişyariya niştimanî, agahdarkirina ciwanan û vegera bo prensîp û niştimanperweriyê kir.

Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û kedên malbatên şehîdan, Pêşmerge û têkoşeran nîşan da û got: We ji bo rûmeta gelê xwe xwîn daye û hûn westiyane û çi ji we re were kirin, her kêm e.”

Serok Barzanî got jî: “Ez hatime guhdariya gilî, gazind, êş û azarên we bikim û daxwazê ji we dikim ku çi di dilê we de be, bi aşkereyî ji min re bibêjin.”

Her di wê civînê de gotûbêjeke vekirî û berfireh hate kirin û amadebûyan pirs, daxwaz û têbîniyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin.