Li Herêma Kurdistanê herî zêde Kurdistan24 tê temaşekirin

Di rapirsiyekê de, Kurdistan24 di rêzbenda kanalên nûçeyan de li ser asta Herêma Kurdistanê, kanala herî zêde tê temaşekirin e.

Hewlêr (K24) – Di rapirsiyekê de, Kurdistan24 di rêzbenda kanalên nûçeyan de li ser asta Herêma Kurdistanê, kanala herî zêde tê temaşekirin e û welatî wek çavkaniya xwe ya yekem a nûçeyan ji ekranên Kurdistan24ê sûdê werdigrin.

Li gor rapirsiya Rama Agency ku li 13 bajar û navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê encam daye û nêzîkî pênc hezar kes tê de beşdar bûne, di demjimêrên girîng de ku welatî bultenên nûçeyan temaşe dikin, Saziya Kurdistan24ê pêşeng e û herî zêde tê temaşekirin.

Di rapirsiya Rama Agency de, ku baregeha wê ya sereke li Hewlêrê ye, kesên ku deng li ser bultenên nûçe û bernameyên Kurdistan24ê dane, piraniya wan xwedî bawername ne û di pêşiya hemû kanalan de ye, bi awayekî ku temaşevanên Kurdistan24ê, ji sedî 28.6 bawernameya wan a dîplomayê heye, ji sedî 29.7 bawernameya wan a bekaloryûs û ji sedî 6.9 bawernameya wan a master û doktorayê heye, ev jî wê yekê dide nîşandan ku nûçe û zanyariyên Kurdistan24ê cihê baweriya kesên akademîk e û bala hemû welatiyan jî dikşîne, ji ber ku di encama rapirsiyê de diyar e ku %61.2 temaşevanên Kurdistan24ê kesên akademîk in û %38.8 jî welatiyên asayî ne.

Herwiha di rapirsiyê de derketiye holê ku demjimêr 24 ku piraniya şevên hefteyê bernameya Basî Roj tê weşandin li ser ekranê Saziya Kurdistan24ê, li ser asta kanalên nûçeyan bi rêjeya %17.3 herî zêde Kurdistan24 tê temaşkirin.

Di demjimêr 22:00 û 23:00an de jî, ku bultena nûçeyan a Kurmancî û Dawî Nûçe li ekranê Kurdistan24ê tê weşandin, bi heman şêwe li ser asta kanalên nûçeyan ên Herêma Kurdistanê, herî zêde Kurdistan24 tê temaşekirin.

Kurdistan24 bi rêya toreke berfireh a rojnamevanan li Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê bûyeran bi lez û bêalî dişopîne. Pêdaçûnên hûr çirke bi çirke li ser babetên ku cihê giringiya pêkhateyên Kurdistanê ne dike, hevsengî, babetîbûn û berpirsiyariyê di rûmal û pêdaçûnên rojnamevî de peyrew dike û li gorî pîvanên hevpar ên medya û êtîkêta rojnamegeriyê kar dike.

Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda lêborînê, pêkvejiyan, aştewayî, demokrasî, dadperwerî û parastina mafên mirovan li Kurdistanê kar dike. Ew ji bo belavkirina çanda parastina jîngehê, perwerdehiya tendirut û bilindkirina girêdana tak bi ax û welat kar dikin. Kurdistan24 mafê derbirînê ji hemû pêkhateyên cuda ên Kurdistanê û navçşeyê re, bêyî cudahiyên wan ên hizrî, olî, mezhebî û etnîkî dabîn dike û bîra serxwebûna Kurdistanê pêş dixe.

Kurdistan24 di 31.10.2015an de hatiye damezirandin, bi rêya kanala televizyonî, platformên medyaya civakî û radyoyê, hewl daye bi awayekî pîşeyî û niştimanî serederiyê bi nûçe û zanyariyan re bike. Kurdistan24 di heyama karê xwe de, bûye çavkanî ji beşek medyayên cîhanê re.