Serok Barzanî ji mamostayên zanîngehan re: Hevkar û rênîşanderên hikûmet û aliyên peywendîdar bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya serdana xwe bo devera Badînanê û civîna ligel çîn û pêkhateyên wê deverê, Serok Barzanî îro 22ê Tîrmeha 2023an ligel mamosteyên zanîngeh û perwerdeyê û akademîsyenên devera Badînan civiya.

Di civînê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de ji bilî amajedan bi rola sereke ya mamostayan di perwerdekirina ciwanan û pêşxistina civak û zanistê de, spasî û pêzanîna xwe arasteyî mamostayên zanîngehê kir ku di her şert û mercekê de li bereyên şerê perwerde û zanistiyê de, cih girtine û bi dilsozî xizmeta gelê Kurdistanê kirine û rê nedane proseya xwendin û perwerdeyê were rawestandin.

Serok Barzanî ronahî xiste li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û tekezî li ser wê yekê kir ku dê her hewleke xwe bidin ji bo ku zemîneya yekrêzî û yekdengî di navbera aliyan dabîn bike. Her wiha got, cudahiya bîr û baweriyan, babeteke xwezayî ye, lê divê li ser armancên stratejîk û niştimanî di navbera aliyan de lihevkirinek tam hebe.

Serok Barzanî amaje bi dîroka dewleta Iraqê kir ku li ser bingehê hevbeşiya Kurd û Ereban hatiye damezrandin, lê ev hevbeşî hatiye piştguhxistin û beşê Kurdistanê jenosîd û hewla jinavbirina gelê me bûye û piştî rûxana rejîma berê, derfet ji Iraqê re hat ku li ser bingehê hevbeşî, hevsengî, lihevkirin û piştbestin bi destûrê, dest bi jiyaneke nû bike, lê dîsan ev prensîp û destûr hatin piştguhkirin û niyaza lawazkirina Herêmê û birçîkirina gelê Kurdistamê di nav hinek rayedarên Iraqê de derket holê. Di vê derbarê de Serok Barzanî amadebûyên civînê ji encamên serdana vê dawiyê ya şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo gotûbêjkirina li gel aliyên Iraqî, agahdar kirin.

Serok Barzanî di axaftina xwe de amaje bi wê pêla ku bi niyaz e nehêviyê belav bike û hesta niştimanperwerî û nirxan di civakê de nehêle kir û daxwaz ji mamostayan kir ku rûbirûyî vê pêlê bibin û kar ji bo kûrkirina hesta niştimanperwerî û pêkvejiyana siyasî û civakî bikin.

Serok Barzanî behsa hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avakirina perwerde û peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan û çavkaniyên din ên dahatê bo Herêmê û herwiha dîtina sedemên koçberiyê û rûbirûbûna madeyên hişber kir û daxwaz ji mamosta û akademîsyenan kir ku di vî karê hestiyar de hevkar, piştgir û rênîşanderên hikûmetê û aliyên peywendîdar bin.

Her di vê civînê de deriyê pevguhertina pirs û pêşniyaran ji bo amadebûyan hate vekirin û Serok Barzanî jî bersivên pêwîst da têbînî û pirsên amadebûyan.