Bulgaristan piştevaniya hewlên Tirkiyê yên ji bo endambûna Yekîtiya Ewropayê dike

Wezîra Derve ya Bulgaristanê Mariya Gabriel ragihand, welatê wê piştevaniya hewlên Tirkiyê yên ji bo endambûna Yekîtiya Ewropayê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Bulgaristanê Mariya Gabriel ragihand, welatê wê piştevaniya hewlên Tirkiyê yên ji bo endambûna Yekîtiya Ewropayê dike.

Mariya Gabriel di serdana xwe ya Enqerê de ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan civiya û piştî civînê jî, konferanseke hevbeş encam dan.

Wezîra Derve ya Bulgaristanê Mariya Gabriel di konferansa rojnamevanî de diyar kir, serdana wê ya bo Enqerê di demeke gelek girîng de ye û got: “Wek Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan behs kir, em rûbirûyî astengî û kêşeyên cidî dibin, ew jî ji ber aloziyên jeosiyasî ne.”

Gabriel eşkere kir, Tirkiye û Bulgaristan wek du welatên cîran û hevbeşên NATOyê di pêgeheke berpirsyariyê de ne, bi taybetî di parastina asayîşê de li navçeya Deryaya Reş.