Agirekî mezin bi daristanên Çanakkaleyê ketiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Agirekî mezin bi daristanên Çanakkaleyê ketiye û tîmên agirkujiyê ev 24 demjimêr in nikarin êgir vemirînin.
Ji duhî ve ye agirekî mezin bi daristanên bajarê Çanakkaleyê yê Tirkiyê ketiye û digel ku 24 demjimêr derbas bûne jî, tîmên agirkujiyê nikarin êgir vemirînin.
Agir bi hêza ba belavtir bûye û nêzikî du hezar karmendên tîmên agirkujiyê hewl didin agirî vemirînin.
Li gor daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, 1697 karmendên agirkujiyê, heşt balafir, 26 helîkopter, 240 barhilgirên agirkujiyê, 71 tankên avê û 173 makîneyên kar hewla vemirandina êgir didin.
Heta niha 54 kes jehrî bûne û 48 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Di çarçoveya rêkaran de, 1251 kes ji cihê ku agir lê belav bûye, hatine dûrxistin.